Çîrokên Axa Min


Nivîskar Faîk Ocal îcar pirtûka çîrokan a “Çîrokên Axa Min” weşand. Pirtûk ji Weşanên Sîtavê derçû. Karê edîtoriyê Îsmaîl Dîndar kiriye. Di pirtûkê de şêst kurteçîrok hene.
Faîk Ocal li herêma Semsûrê ye û çîrok jî ji wê herêmê ne.
 
Bi saya çîrokan em çand û kelepora eşîra Kosan dinasin û diçin Çiyayê Spî. Di van her sê çîrokan de navê Çiyayê Spî derbas dibe: “Xweziyên Çiyayê Sipî”, Rêwiyê Çiyayê Spî”, “Hevalê Çiyayê Spî.” Çîrokên wekî “Giloka Ferêt”, “Pîj”, “Kirkît”, “Teşirêse” derheqê çanda Semsûrê de fikrekê dide me.
 
Ocal li deşta Semsûrê û li Çiyayê Spî çi dîtiye, çi jiye; ew wekî kurteçîrokan raweyî me kiriye.. Di her çîrokekê de bîranîn û êşeke çîrokbêjî heye.
 
Yek taybetiyeke çîrokan jî ev e: Çîrokbêjî li gorî devoka Semsûriyan çîrokên xwe nivîsandine. Em di çîrokan de mirovên zozanên Semsûrê dinasin, bi wan re diçin dem û dewranên berê.
 

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Çîrokên Axa Min
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Çîrokên Axa Min
Nivîskar / Yazar Faîk Ocal
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259046426
Rûpel / Sayfa 155
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı Qesimart