Deravek Ji Deryaya Foklorî


Berhem ji heştê û şeş çîrokên folklorîk yên devera Behdînan pêk tê. Çîrok ji hêla folklornas Ebdilezîz Xeyat ve hatine berhevkirin. Ebdilezîz Xeyat naskiriye bi bernameyên xwe yên dengbêjan ên televîzyonên başûrê Kurdistanê. Wî temenekî dirêj ji bo parastin û pêşxistina folklor û çanda kurdî terxan kiriye. Ev berhem jî ji çîrokên wî yên bijarte pêk tê. Her çîrokek xwedî pendeke gelek giranbuha ye ku rê nîşanî mirov dide. Mirov dikare bibêje ku ev berhem berhemeke perwerdehîya civakê ye. Berhem dagirtîye ji pend, serpêhatî, tecrube, nesîhet û şîretên rênîşander.
Ev berhem berhemeke zêrîn e ji bo pirtûkxaneya kurdî. Berhemeke ku her tim li ber serê mirov be. 

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Deravek Ji Deryaya Foklorî
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Deravek Ji Deryaya Foklorî
Nivîskar / Yazar Ebdilezîz Xeyat
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786259046419
Rûpel / Sayfa 324
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı Qesimart