Jiyanek, Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)


Ev berhem, çîroka jiyana nivîskar, nifşê wî û şarê wî yê bextereş ku 63 salên wî lê bihorî ne vedibêje. Bi gotineke din, qîrîn, zarîn û hewara zarokên kurdan ên pişaftî, herifandî û hilçinandî ye. Bi awayekî trajîk dîmenên vekuştina ri’hê nifşekî û dûmahika wî nifşî raberî we dike ku di heman demê de ew dîmen talana keleporekê, kuştina zargotinekê û nîvkuştina zimanekî jî piştrast dikin.
Piştî rûxîna dewleta Osmaniyan, dema li ser xaka kurdan a qedîm Komara Tirkiyê hat damezirandin, rêveberiya komarê tevî hemû şar û şaristanên kurdan, pergaleke çawa li şarokê me danî? Çawa ri’hê şarokê me xesandin? Pergala perwerde û pişaftinê karekî çawa li ser zarokên kurdan kir? Berî em neketibûn vê kodê rengê me, dengê me û bêhna me çi bû, piştî em di vî aşî de hatin hêran û pişaftin, em bûne çi û veguheziyan çi tiştî? Em çawa ji xwe dûrketin, bi çi sedemê bûn biyanê çand û kelepora xwe ne? Em çima nikarin li cihê kurdekî rawestin, weke kurdekî bihizirin û bi çavê kurdkî li cîhana xwe binêrin, ya herî xirab jî ew e ku çima em nikarin bi enstrûmanên tam, denklemên rast damezirînin?
Bêguman bersiva van hemû pirsan di vê berhemê de tuneye. Erê, hûnê karibin çend çarçik wêneyên rewşa xwe ya trajîk a bi vî rengî di vê berhemê de bibînin, bi hezneke kurdewar lê binêrin û di ser halê xwe de biponijin û pirsan li xwe bikin!
 

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Jiyanek, Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Jiyanek, Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)
Nivîskar / Yazar Mehmet Oncu
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786258255584
Rûpel / Sayfa 242
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı Qesimart