Ferhenga Hezar û Yek Peyvên Dêrîn Cild: 1-2-3


Ferhenga “Hezar û Yek Peyvên Dêrîn” ferhengeke Kurdî-Kurdî ya 3 cildî ye. Her cildek pêktê ji 1001 peyvên bingehîn ku her yek ji wan makder û jêdera sedan peyvên jêsaz e. Geryaneke li pey peyvên dêrîn û windabûyî her ji zimanê sumerî ta pehlewî, avesta û zarên din ên kurdî, her wiha standardkirin û analîzên peyvên di ferhengê de. Bi hezaran fîîl û peyvên windabûyî ku di zimanê nû yê Kurdî de nemane û mirî ne, carek dî hatine vejiyandin û tomarkirin ku her yek ji wan peyvan dikarin bibin esasek bo wate û mebestên di zimanê niha de. Bi vî awayî hem sedan û hezaran wate bi peyvên dêrîn tên tejîkirin, hem bi hezaran peyvên berê jînda dibin û hem jî zimanê nû zêdetir bi kûrahiya zimanên berê yên li Zagros, Toros û Mezopotamiyayê re tê girêdan.
Her wiha li dawiya berga 3’yem de beşek ku cuda ji her sê cildên ferhengê tê de cî digire, pêktê ji komek peyvên nûsaz û pêşniyazkirî û her wiha navên hin beşên cuda cuda di warên cuda cuda de ku ew jî xermaneke kûr û hûr e di navbera peyvên berê û niha de.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Ferhenga Hezar û Yek Peyvên Dêrîn Cild: 1-2-3
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Ferhenga Hezar û Yek Peyvên Dêrîn Cild: 1-2-3
Nivîskar / Yazar Ali Oruç
Wergêr / Çevirmen -
ISBN 9786258255799
Rûpel / Sayfa 632
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Sîtav
Berg / Kapak Tasarımı Qesimart